Lîreyê Tirk roj bi roj li pêşberî Dolar û Eûro dihele

Siyaseta desthilata faşîst a AKP-MHP’ê her diçe rojane bandore li aboriya Tirkiyê jî dike. Lîreyê Tirk roj bi roj li pêşberî Dolar û Eûro dihele.

Piştî ku aloziya ji ber tevgera dewleta Tirk ya li Rojhilatê Derya Spî ya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de her diçe zêde dibe, ev yek yekser bandora xwe li rewşa aboriya Tirkiyê jî dike.

Ji ber vê yekê ev demeke dirêje Lîreyê Tirk li pêşberî Dolar û Eûro her diçe nîrxê xwe winda dike û dihele.
Dolar îro careke din li pêşberî Lîreyê Tirk bilind bû û gihişt 7.60 Lîreyê Tirk. Lîreyê Tirk her diçe bê qîmet dibe.

Her wiha Eûro jî li pêşberî Lîre derket 9 Lîreyê Tirk.

Bi vî rengî Lîreyê Tirk ji serê salê de heta niha li pêşberî Dolarê Emerîka ji sedî 27, û li pêşberî Eûro jî ji sedî 34 nirxê xwe winda kir.

Back to top button