Li navenda Efrînê çeteyan 3 sivîl revandin

Her ku diçe hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîl û dîroka Efrînê zêdetir dibin. Dagirekran ji navenda bajêr 3 sivîlên din revandin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê – Sûriyê, ragihand ku duh navenda Efrînê çeteyan ciwanê bi navê Cengîn Osman (28) yê ji gundê Kefer Cenê yê Şera revand.

Rêxistinê da zanin ku çeteyan ji bo standina fidyeyan Cengîn revand.

Roja Şemiya derbazbûyî jî, çeteyên dagikeriya Trik bi ser malek li naveda Efrînê girt û du bira revandin.

Malpera Afrinpost eşker kir ku çeteyan şêniyê bi navê Idrîs Hacî (55) û birayê wî Nebî Hacî (34) revandin.

Her weha çeteyan erebeya Idrîs û pereyên li ser wan dizîn.

Çeteyan şkefta dîrokî ya li navçeya Şêrewa wêran kir

Li aliyê din, Malperê da zanîn bi armanca dizîna şûnwaran çeteyan şikefta Dîlik a dîrokî yê li gundê Îsk ê navçeya Şêrewa talan û wêran kir.

Back to top button