
Derbarê fikirê Rêber Ocalan û tecrîda giran ya tê de, komxebateke onlin hat lidarxistin.
Di komxebatê de rewşenbîr, siyasetmedar û hiqûqnas yên Bakur û Rojhilatê Sûrî û çend welatên derve tevlî bûn.
Rêveberê Rojnameya Ihram ya Misirî, Fethî Mehmûd axivî û behsa hewildanên Rêber Ocalan ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê kir.
Fethî Mehmûd destnîşan kir ku hin alî hene ku dixwazin Ocalan weke terorîstekî bidin xuyakirin û rastiya ku ew rêberê şoreşekî ye ku daxwaze azadiyê dike, vedişêrin.
Parêzerê Rêber Ocalan, Cûnêt Caniş: Azadiya Ocalan pirsgirêka hemû gelan e
Her wiha parêzerê Rêber Ocalan, Cûnêt Caniş, beşdarî komxebatê bû.
Cûnêt Caniş behsa têkoşîna rêber Ocalan ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk kir.