Çeteyan li Efrînê kalemêrekî 70 salî êşkence kirin

Hovîtî û zilma dewleta Tirk a dagirker û çeteyên lê Efrînê roj bi roj zêde dibe. Dagirkeran kalemêrekî 70 salî li Efrînê êşkence kirin.

Malpera Afrîn Post ragihand ku duh çeteyan kalemêrê 70 salî yê bi navê Bekir Hiso li Efrînê êşkence kirin.

Malperê diyar kir ku çeteyan bi hinceta qedexeya hilkişandina ser banê xanî ew êşkence kirin..

Çeteyan ciwanekî ji navçeya Mabataya revandin

Istixbara dewleta Tirk jî ciwanê bi navê Mihemed Hacî Hesen ji navenda navçeya Mabatayê revandin.

Li aliyê din, heya niha carenûsa şêniyên bi navê Ibrahîm Xelîl Ebdo ku berî 4 mehan hatibû revandin ne diyar e.

Back to top button