Perwîn Yûsif: Rapora NY ji gelek aliyan de kêm bû

Endama Koordînasyona Kongreya Star Perwîn Yûsif destnîşan kir ku rapora Komîteya Lêpirsînê ya ji bo Sûriyê ji aliyekî ve erênî ye, lê ji aliyê binpêkirinên ku li dijî jinên herêmên dagirkirî tên kirin de, kêm e
Perwîn bang li rêxistinên mafên mirovan yên cîhanê kir ku hesab ji sûcdaran bixwazin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş û sûcên mezin li dijî jinên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku di bin dagirkeriyê de ne, pêk tînin.

Têkildarî van sûcan Komîteya Lêpirsînê ya NY`yê di 14`ê Îlonê de raporek weşand.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Perwîn Yûsif diyar kir ku rapor ji aliyekî ve erênî bû, lê li aliyeke din li hemberî sûc û kiryarên ku li dijî jinan li herêmên dagirkirî pêk tên, kêm bû.

Perwîn Yûsif destnîşan kir ku êrîş û kiryarên li dijî jinên li herêmên dagirkirî yên bakur û rojhilatê Sûriyê bi awayekî eşkere li pêş çavên hemû cîhanê ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve berdewam dikin.

Perwîn diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrîş û kiryaran şikandina vîna jinan û têkbirina sîstema demokratîk e.

Perwîn da zanîn belgeyên ku komîteyê pêşkêş kirine, tenê parçeyeke ji binpêkirinên ku li dijî jinan pêk tên.

Perwîn Yûsif piştrast kir bi sedan rewşên ku ji yên di raporê de hatine bibîrxistin, xerabtir hene.

Di dawiya de Endama Koordînasyona Kongra Star Perwîn Yûsif bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku hemû destdirêjiyên li dijî jinan belge bikin û pêşkêşî dadgehên civaka navneteweyî bikin, da ku sûcdar bên darizandin.

Back to top button