Cezayên aborî li ser Îranê

Serokê Amerîka Donald Trump fermana pêkanîna cezayên aborî li dijî aliyên ku çek derbasî Îranê kirine, îmze kir û cezayên aborî li 27 sazî û kesayetan birîn.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkî Robert Obrien da xuyakirin ku di nav de “Wezareta Parastinê ya Îranê”, cezayên aborî li 27 sazî û kesayetên ku di bernameya Îranê ya nuklerî de xwedî rol in, hatin birîn.

Berpirsekî mezin ê Koşka Spî destnîşan kir ku birîna van cezayan, tekezkirina Amerîka ya vegerandina cezayên NY li ser Îranê piştrast dike.

Wezîrê aboriya Amerîkî Wilbur Ross diyar kir ku 5 zanyarên Îranê jî ketin lîsteya reş a Amerîkayê.‏

Wezîrê Karên Derve Mike Pompeo jî destnîşan kir ku, cezayên li serokê Venezuela Nicolas Maduro jî hatine birîn, ji ber xurtkirina têkiliyan digel Tehranê ne.

Back to top button