Partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê piştgiriya xwe ji bo pêngava KCK’ê ya “Dema Azadiyê ye” ragihandin.
Berpirsê Peywendiyan ê Partiya Zehmetkêşan a Kerkûkê Selahedîn Saleyî da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide Kurdistanê dagir bike, lewre divê gelê Kurd û azadîxwaz, bi yekrêzî û yekdengiyê, piştgiriya vê Pêngavê bike.
Sekreterê Tevgera Goran a Kerkûkê Mihemed Nesredîn destnîşan kir ku Pêngava KCK’ê ji bo derbaskirina metirsiyên li ser Kurd û herêmê girîng e û got:
“Metirsiyên heyî tenê bi yekîtiyê dikarin bên derbaskirin.”
Berpirsê Peywendiyan ê Malbenda 2’an a YNK’ê Cengî Izzedîn jî bang li gelê Kurd kir, ku li dijî dagirker û qirkerên Kurd û Kurdistanê rabin.