ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 74’AN DE YE

Dengek din yê berxwedanê ji Hewlerê ji çalakiya Nasir Yagiz ya roja 74’an de tê ye.

Çalakiya endama Meclîsa Îştarê Fedîle Tok ya 20 ê çileyê destpêkirî dewam dike.

Her wiha çalakiya jinên Meclîsa Îştarê li dijî hemû zextan jî li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê didome.

Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan HDP Nasir Yagiz 74 roje li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan li navenda HDP’ê ya Hewlêr di greva birçîbûnê deye.

Yagiz ê ku rewşa wî ya tendûristiyê her diçe xirap dibe, şevê din di saetên dereng de rakirin nexweşxaneya Par a Hewlêrê.

Nasir girtina derman û tedaviyê red kir û qebûl nekir ku serûm were girêdan.

Piştî tehlîlan Nasir Yagiz careke din vegeriya Nûnertiya HDP’ê.

LI SILÊMANIYÊ KOMA 26. ÇALAKÎ DEWIR GIRTIN

Li avahiya Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê bi heman armancê 48 roj in greva birçîbûnê didome.

Doh ji aliyê koma 26’emîn ve çalakî hate dewir girtin.

Koma ji 4 kesan pêk tê û her yekê ji parçeyekî Kurdistanê ye.

Çalakgeran eşkere kirin ku heta ku tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî nebe wê çalakiyên wan dewam bikin.

ÇALAKIYA FEDÎLE TOK JI 20’Ê ÇILEYÊ VE DEWAM DIKE

Çalakiya endama Meclîsa Îştarê Fedîle Tok jî ya ku ji 20 ê çileyê dest bi greva birçîbûnê kiriye didome.

Fadîle Tok derbarê çalakiya xwede wiha got,

Ji bo em bikaribin bi Rêber Apo re azad bijîn, min dengê xwe tevlî dengê Hevala Leyla, Nasir û tevahî çalakgeran çarparçeyên Kurdistanê kiriye.

Min li ser vê bingehê biryar da ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikim.

JINÊN LI MEXMÛRÊ LI BER NÛNERTIYA NY YA HEWLÊRÊ DI GREVÊ DE NE

Her wiha jinên ji Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê, li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Hêzên asayîşê yên PDK’ê beriya du rojan êrîşî cihê çalakiyê kir û hemû alavanên wan desteser kirin.

Lê jinên Meclisa Îştar di çalakiya xwe de bi biryarin û tevî baran û hewaya sar çalaki di roja 4 an de didome.

Leave a Reply

Back to top button