HPG: Li Heftenîn û Sertê 7 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li bakur û başûrê Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.
Di çalakiyên gerîlayan yên li Sêrt û Heftanînê de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, wesayitek jî hate îmhakirin.

Gerîlayên HGP û YJA Starê li dijî artêşa Tirk ya dagirker çalakiyên xwe berdewam dikin û derbên giran li dagirkeran didin.

Di vê çarçoveyê de gerîlayan li Heftenîn û bajarê Sêrtê li dijî dagirkeran çalakî pêk anîn.

Navenda Ragihadina û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên hewayî yên dewleta dagirker daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzên me 21’ê Îlonê li qada Bektoryayê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Şehîd Şîlan çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî Tirk yê dagirker hate cezakirin.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li navçeya Dihê ya Sêrtê, li dijî leşkerên Tirk ên dagirker di 20’ê Îlonê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de wesayita dijmin bi temamî hate îmhakirin, 6 leşkerên Tirk a dagirker hatin cezakirin. Ev çalakiya bi bandor ji bo bîranîna şehîdên Botanê hate lidarxistin.”

HPG’ê diyar kir, 14’ê Îlonê danê nîvro balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Gîvara ya herêma Besta ya Şirnexê bombebarankirin, di encama êrişa hewayî de gerîla Laleş û Zerdeşt şehîd bûn.

HPG’ê destnîşan kir ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 17, 19, 20 û 21 ê Îlonê de êrîşên hewayî birine ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û gelek qad bombebaran kirine.

Back to top button