Faşîzma ku wehşetê bi xwere dide avakirin, careke din ji aliyê leşkerên dewleta tirk ve li bakurê Kurdistanê tê meşandin. Leşkeran li ber çavê gundiyan 2 kes ji navçeya Şaxê ya Wanê birin, li helîkopterê kirin û piştre jî ew avêtin.
Li dijî vê yekê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê kete tevgerê. Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li Wanê di dorpêça polîsan de axivî û pirsa, JÎTEM’a we ya nû ev êşkence pêkaniye? ji wezîrê derve û yê hindirîn kir.
Di 11’ê îlonê de leşkerên ku li navçeya Şaxê ya Wanê derketibûn operasyonê welatiyên bi navê Osman Şiban û Servet Tûrgût binçav kiribûn û heta 2 rojan agahî ji wan nehatibû girtin.
Piştî 2 rojan derketibû holê ku li beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyekê tên dermankirin û bi rapora nexweşxaneyê hat piştrastkirin ku ji helîkopterê hatine avêtin.
Şiban ku ji nexweşxaneyê derketibû û çûbû mala xwe îro, serê sibehê bi biryara dozgeriyê bi zorê ji mala xwe hat girtin û ew şandin nexweşxaneya leşkerî.
Parêzerên malbata Şiban, serlêdan kirin ku Şiban ne li nexweşxaneya leşkerî li nexweşxaneya dewletê bê dermankirin.
HPD: Jîtema we ya nû ev êşkence pêk anî?
Şandeya Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç ji bo şopandina bûyera êşkenceyê çûn Wanê.
Şande bi dorpêç û astengiyên polîsan re rûbirû ma.
Polîsan dor li şandeyê girt û daxuyanî di bin dorpêçê de hat dayîn.
Polîsan destûr neda rojnamevan daxuyaniyê bişopînin.
Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç ê pêşengiya şandeyê dike diyar kir ku ew ê dest ji doza vê êşkenceya hatiye kirin bernedin.
Sarûhan Olûç bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Wanê ya derbarê bûyerê de eşkere kiribû da û got:
“Waliyê Wanê bi daxuyaniyê dixwaze ser bûyerê bigire.
Naxêr ev her du welatî bi silametî hatine binçavkirin û paşê êşkence li wan hatiye kirin û ji helîkoptêrê hatine avêtin.
Pir eşkere êşkence li wan kirine.
Olûç anî ziman ku ew ê hem di warê hiqûqî de hem di warê polîtîk de bûyerê bişopînin.
Her wiha pirsa JÎTEM’a we ya nû ev yek pêkanî? ji wezîrê parastin û wezîrê hindirîn kir.
Piştî daxuyaniyê şande çû serdana Osman Şîban ê bi darê zorê birin nexweşxaneya leşkerî.