Li gundên navçeya Til Temirê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, şer di navbera çeteyan de derket.
Çeteyên dewleta Tirk li gundên Leylan û Erbeîn ên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê, bi hev ketin.
Li gorî agahiyên ku ajansa Hewarê spartî çavkaniyên xwe yên herêmî, şer gelekî dijwar bû û çekên giran hatin bikaranîn.
Li gorî ajansê kuştî û birîndarên çeteyan hene.
Her wiha şevê din jî li gundên Dada Ebdal, Um Uşba û Mihermela yên navçeya Zirganê, di nava çeteyan û artêşa Tirk de şer qewimî.
Li aliyê din artêşa Tirk gundê Dawidiyê topbaran kir.
Leşkerên Tirk yên dagirker êrîşî gundê Korhesen ê Girê Spî jî kirin û leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bû.