Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Firatê sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî şermezar kir.
Rêxistinê têkildarî sûcên dewleta Tirk daxuyaniyek da û diyar kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dewam dikin.
Rêxistinê anî ziman ku rojane li herêmên dagirkirî sivîl tên revandin û li hember berdana wan jî fidye tên xwestin.
Rêxistina Mafê Mirovan a herêma Firatê bang li dewletên cîhanê kir ku li hember sûcên dewleta Tirk ji bêdeng nemînin.