Civata giştî ya 75’an a Netewên Yekbûyî

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di Civata Giştî ya 75’emîn de li dijî vîrûsa Coronayê banga agirbesta cîhanî kir.

Serokên gelek welatan bi riya vîdyoyan tevlî civînê bûn.

Guterres di despêka hevdîtinên Civata Giştî ya 75’emîn de axivî û got, “Ji bo rawestandina pevçûnên li hemû cîhanê pêwîstî bi agirbesteke cîhanî heye. Di heman demê ji bo em pêşî li şerekî sar bigirin çi ji destê me bê divê em bikin.”

Her wiha Sekreterê NY’yê dijberiya Çîn û DYA yê jî ya ku pêş dikeve şermezar kir û diyar kir ku ev rêyeke gelek bi xetere ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump tevlî civînê bû û got ku wê Amerîka bernameya Îranê ya Nuklerî rawestîne.

Derberê tifaqên aştiyê yên bi Îsraîlê re jî, Donald Trump da zanîn ku wê di demeke nêz de hin welatên din tifaqên aştiyê pêk bînin.

Serokomarê Fransayê, Emmanuel Macron jî beşdarî civînê bû û got:

“Amerîka ji Tifqa Nuklerî vekişiyaye, ji bo wê nekare vegerandina cezayan ser Îranê pêk bîne.”

Emmanuel Macron destnîaşn kir ku Fransa, Brîtanya û Almanyayê wê binpêkirinên Îranê ya Tifaqa Nuklerî ya 2015’an qebûl nekin.

Jîn Pîng: Divê hemû welat li dijî vîrûsê xebatekê hevpbar bikin

Serokê Çînê Şî Jîn Pîng jî tevlî civînê bû û destnîşan kir ku xebatên wan yên li dijî vîrûsa Coronayê dewam dikin.

Jîn Pîng diyar kir ku divê hemû welat li dijî belavbûna vîrûsê xebatekê hevpbar bikin.

Back to top button