Dagirkeriya dewleta Tirk gundê Şêx Îsa yê Şehbayê topbaran kir.
Îro di saetên piştî êvarî de, artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Şêx Îsa yê kantona Şehbayê topbaran kir.
Têkildarî encama êrîşê, ti agahiyên pişrast nehatin girtin.
Duh jî, di saetên piştî êvarî de, leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê gundê Korhesen ê rojavayê bajarê Girê Spî topbaran kir.
Di êrîşê de malên sivîlan hatin topbarankirin û nuqteyên leşkerên hikûmeta Şamê yên nêzî deverê bûn armanca êrîşan.
Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû.