Macron bang li Erdogan kir ku kirinên xwe yên yekalî rawestîne

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bang li Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan kir ku kirinên xwe li rojhilatê Deryaya Spî rawestîne.

Wezareta karên derve ya Fransî, piştî pêwendiya telefonî ya di navbera Macron û Erdogan de, ku nêzî saetekê dirêj kir, daxuyaniyek da.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku Macron bang li Erdogan kir ku rêzê li serweriya endamên NATO’yê û qanûnên navdewletî bigire û hemû kirinên xwe yên yekalî li rojhilatê Deryaya Spî rawestîne, da ku rê li pêş diyalogan were vekirin.

Back to top button