11 fîlmên navneteweyî di Mîhrîcana Lêlûn de hatin pêşandan

Festîvala Lêlûn dest pê kiriye û êdî Fîlm tên pêşandan.

Di roja duyem a Festîvala Lêlûn a Navnetewî de, 11 Fîlm hatin pêşandan.

Ev Fîlm him kin û him jî dirêj in, li Kampên Berxwedan û Serdem ên Şehbayê derketin pêşberî kesên hazir.

Festîvala Lêlûn a Navnetewî 21 Îlonê li Şehbayê dest pê kir.

Di roja duyem a Festîvalê de, 11 fîlmên ji gelek deverên Cîhanê, li kampên Berxwedan û Serdem ên Şehbayê hatin pêşandan.

Ev Fîlmên kin û dirêj behsa çîrokên cur be cur dikin û piraniya wan jî balê dikşînin ser jiyana bi şer, xizanî û berxwedanê re.

Fîlmên hatine pêşandan bi vî awayî ne.

Destpêkê li Kampa Serdem Fîlmê “Hunger” ê ji Hindistanê ku qala mirovekî xizan dike û debara jiyana xwe jî bi firotina tiştên nû li kolanên bajarê Mombeyê dike, hat pêşandan. dema wî 8 deqe û 26 sanî ne.

Fîlmê “ji bo Azadiyê” ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye amadekirin, qala berxwedana 2015’an a li Amedê dike û dema wî jî 2 saet û 22 deqe ne.

Fîlmê “Cry of the sky” anku “Qêrîna ezmên” ji Iraqê beşdar bûye, behsa bûyerên 1975 li Başûrê Kurdistanê û êrîşên Rejîma Baas li dijî tevgera Kurdî dike.

Fîlmê “With..out” anku “Bêyî..” ji Polanda beşdar bûye, qala xweşikbûn û dewlemendiya xwezayê û kirinên mirovan li hemberî wê dike û dema wî jî 5 deqe ne.

Fîlmê 5’an “Saad es oliv tree” ê (Dara Seedê Olivî) ji Îranê beşdar bûye, qala xortekî derûniya wî ji ber şer xerab bûye û dayîka wî dixwaze wî ji wê rewşê xelas bike, dike, dema wî jî 2 deqe ne.

Her wiha dîsa ji Îranê Fîlmê bi navê “Mountain” ango “Çiya” beşdar bûye, ew qala rewşa zarokekî di navbera Sînorên Îran-Iraq-Tirkiyê dixebite, dike û dema wî jî 2 deqe ye.

Piştre jî, fîlmên “Mr.Self” yê ji Bulgariya hat pêşandan.

Her wiha Fîlmê “Ghost of spacetime” (sawêra dema ezmanan), qala rewşa zarokekî ku bavê wî di şer de winda dibe û dayîka xwe dikuje û ji birçîna dimire, dike.

Fîlmê “Facebook- la grande pioggia” (facebook- Barana Gur) ji Îtalya beşdar bûye, ew behsa malperên torên Civakî û bandora wan a neyînî li ser civakê, dike

Di dawiyê de fîlmê “This side, other side” ango “ev alî, ew alî” ji Îranê beşdar bûye û qala astengiya li pêşiya çêkirina hevaltiya zarokan dike.

Tê zanîn ku wê 58 Fîlm di festîvalê de heta roja 27 Îlonê werin pêşandan.

Tê de jî, jimarek mezin a şêniyên Efrîn û Şehbayê beşdar dibin û weke gaveke binirx ji bo xwe dibînin.

Back to top button