Yûnanistan û Tirkiye dest bi danûstandinan dikin

Piştî fişarên YE li ser Tirkiyê û destekdayîna wê ji bo Yûnanistanê, her du welat di demeke nêz de dest bi danûstandinan dikin.

Cara yekem ji sala 2016’an ve, Yûnanistanê ragihand ku ew ê danûstandinan bi Tirkiyê re dest pê bike.

Wezareta derve ya Yûnanistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Yûnanistan û Tirkiyê li hev kiriye ku dest bi danûstandinan li bajarê Stenbolê bikin.

Ji aliyê xwe ve serokkomarê Tirkiyê Erdogan banga diyalogeke rasteqîn ji bo çareserkirina aloziya bi Yûnanistan û YE re li rojhilatê Deryaya Spî kir.

Di tomareke deng a Erdogan ku li pêş komeleya giştî ya NY hat pêşandan de, serokkomarê Tirkiye hişyarî da ku ew ti ferman, astenkirin û êrîşan li ser Tirkiyê qebûl nake.

Duh Sêşemê, serokkomariya Tirkiyê ragihandibû ku, ji bo aloziya li rojhilatê Deryaya Spî, Tirkiye û Yûnanistan amade ne dest bi danûstandinan bikin.

Back to top button