Êrîşên hêzên hikumeta Şamê li ser gundên Cebel El-Zawiyê berdewam dikin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro hêzên hikumetê careke din gundên Cebel El-Zawiye û deverên El-Fitêra, Kensefera û Filêfil topbaran kirin.
Çavdêriyê diyar kir ku duh jî çeteyên Tirkiyê êrîşî nuqteyên hêzên hikumetê li eniya El-Cib El-Ehmer ê Cebel El-Ekrad li gundewarê Laziqiyê kir.
30 maşîneyên din yê Tirkiyê derbasî Idlibê bûn
Li aliyekî din jî dagikeriya dewleta Tirk, şandina hêz û çekan ji bo Idlibê didomîne.
Çavdêriyê da zanîn ku duh dewleta Tirk 30 maşîneyên din di deriyê Kefer Losîn re, derbasî Idlibê kir.
Bi vê yekê, ji destpêka argirbesta Putin -Erdoxan ve, jimara maşîneyên dewleta Tirk ku derbasî Idlibê bûne, gihişt 6430’î.