Dayikên gerîlayan li Qamişlo piştgirî da pêngava azadiyê

Îro Endamên Kongra Star, dayîkên gerîla û endamên meclîsên Qamişlo, bi daxuyaniyekê piştgirî da pêngava azadiyê ya li dijî dagirkeriyê.

Daxuyanî li goristana Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hat dayîn û piştgirî bi pêngava KJK’ê ya ‘Li dijî qirkirina jinê, dema parastina jina azad û civakê ye’ re, hat ragihandin.

Dayikan diyar kir ku, heya ku tecrîda li ser rêber ocalan rabe û êrîşên li ser zarokên wan li çiyayê kurdistanê bi dawî bibe, ew ê van çalakiyan berdewam bikin

Di dawiyê de dayikan bang li hemû rêxistinên cîhanî û mirovî kir ku bêdeng nemînin û bi erka xwe ya exlaqî rabin.

Back to top button