Hemwextî liv û tevgera dîplomatîk, şerê li ser erdê jî tê kirin.
Navbera hêzên rejîma Sûrî û komên çete li gundewarên Helebê şerekî dijwar rûda.
Li gundewarên Idlib û Hemayê jî topbaran didome.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku li herêma Tamorê ya gundewarê bakurê Helebê navbera hêzên rejîmê û komên çete şerekî dijwar rûda.
Têkildarî encamên şer agahiyên berfireh nehatin belavkirin..
Her wiha çavdêriyê diyar kir ku hêzên rejîmê herêmên gundewarê Hema û Idlibê jî topbaran dike..
Topbaran li herêmên Hiwêz, û yên gundewarê rojavayê Hemayê, herêmên Hesraya û Ebû Reîda yên gundewarê bakurê Hemayê pêk hat.
Li aliyekî din jî herêmên Xiwên û dewrûbera wê yên gundewarê Idlibê jî para xwe ji topbaranê girt.
Li gorî çavdêriyê, ji dema pêkanîn peymana Soçiyê ya li ser Idlibê, 63 sivîl, 81 ji hêzên rejîmê û 63 çete hatine kuştin.