Parlamenterên partiya Keskan: Divê zextên Tirkiyê ser Kurdan bi dawî bibin

Li bajarê Sydney ê Awistralyayê, Kurd û dostên xwe di çarçoveya pêngava azadiyê a KCK’ê ya li dijî dagirkeriyê çalakiyek li dar xist.

Çalakî li pêşiya avahiya parlamantoya Eyaleta New South Wales pêk hat.

Nûnerên partiyên siyasî û hunermend tevlî çalakiyê bûn.

Parlamenterê Partiya Keskan Davîd Shoedbrîdge derbarê doza Kurd de axivî.

Davîd Shoedbrîdge destnîşan kir Ocalan ji bo aştiyê gelek hewldan kirine û divê hikûmeta Tirkiyê zextê li ser Kurdan bi dawî bike.

Parlamenterê Partiya Keskan Jaîme Parker jî bang kir ku divê PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ were derxistin.

Jaîme Parker got ku ji ber şerê li dijî DAIŞ’ê divê spasî li PKK, YPG û YPJ’ê were kirin.

Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) jî bang li hemû kesên ji aştî û demokrasiyê bawer dikin kirin ku bi xurtî tevlî pêngava KCK’ê bibin.

Back to top button