Mele Umer: Divê Kurd yekîtiya xwe xurt bikin

Serketerê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê Necemedîn Mele Umer nerazîbûn nîşanî kiryarên PDK’ê yên li ser sînorê Rojavayê kurdistanê pêk tîne, da.
Mele Umer bang li hêzên Kurd kir ku helwesta xwe bikin yek, da ku planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin.

Di vê dema ku li Rojavayê kurdistanê xebatên yekrêziya kurd tên pêşxistin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), hêzên çekdar li seranserî sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bi cih dike.

Di heman demê de dewleta Tirk a dagirekr êrişên xwe li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê bi taybet li herêma Heftenînê zêde kirin.

Gel û partiyên siyasî yên kurd nerazîbûnên xwe nîşan van kiryarên PDK’ê didin.

Serketerê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê Necemedîn Mele Umer ji ANHA’ê re axivî û diyar ku ji bo parastina gelê Kurdistanê divê partiyên siyasî, hêzên leşkerî û civaka Kurd xebatên xwe xurt bikin.

Mele Umer got:

“Dema dijminê gelê Kurd bi navê Kurd dibihîse yekser plana êrişkirina li ser gelê Kurdistanê dike.”

Derbarê komkirina hêzên leşkerî a PDK’ê ya li sînorê Rojavayê Kurdistanê jî, Mele Umer wiha axivî:

“ji bo parastina destketiyên gelê Kurd divê pêşmerge û hêzên Kurd yên din çekên xwe ber bi dijmin ve bikişîn ne li hemberî hev.”

Mele Umer diyar kir ku Şerkirina kurdan li dijî hev wê rê li ber encamên xirab û wêraniyê veke û da zanîn divê kurd hevgirtina xwe xurt bikin.

Mele Umer: Dewleta Tirk ji bo fitnê hin partiyan bi kar tîne

Mele Umer eşker kir kir ku dewleta Tirk berjewendiya PDK’ê YNK’ê û ti partiyeke din û bi taybetî berjewendiyên civaka Kurd naxwaze û ji bo fitne û gendeliyan hin partiyên siyasî yên kurd bi kar tîne.

Serketerê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê Necemedîn Mele Umer di dawiyê de bang li hêzên Kurd kir ku helwesta xwe bikin yek, da ku planên artêşa Tirk a dagirker têk biçin.

Back to top button