Şandeya Şengalê li Silêmaniyê bi YNK û Tevgera Goran re civiya

Şandeyek ji rêveberiya xweser a Şengalê û Partiya Azadî û Demokrasiyê ev du roj in li Silêmaniyê ne. Şande îro bi YNK û Tevgera Goran re civiya.

Destpêkê şande ji aliyê Berpirsê Pêywendiyên Kurdistanî ya YNK’ê Serhed Xelîfe û Buroya Pêywendiyên YNK ve hate pêşwazîkirin.

Piştre heman şandeyê serdana Tevgera Goran kir û ji aliyê Berpirsê Odeya Siyasî ya Tevgera Goran Bextiyar Omer ve li navenda sereke ya Tevgerê hate pêşwazîkirin.

Endamê şandeya PADÊ Hisên Hecî têkildarî serdana xwe ya Silêmaniyê axivî û got,

Ev serdan ji bo piştevaniya Şengal û pêşîgirtina planên dewleta tirk yên li ser herêmê ye.

Her wiha me ji aliyên siyasî xwestiye ku piştgiriya rêveberiya xweser a Şengalê bikin.”

Back to top button