Gerîla TV dîmenê çalakiya Xantûrê ku 5 leşker hatibûn kuştin, weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya 9’ê Îlonê ya li qada Xantûrê weşand, ku 5 leşkerên dagirker hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê bi daxuyaniyekê ev agahî parvekiribû:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 9’ê Îlonê gerîlayên YJA Starê li qada Xantûrê li dijî dagirkerên li ser Girê Mûhabereyê çalakiyek kirin.

Di vê çalakiyê de, yek ji wan payebilind 5 leşker hatin kuştin, 7 leşker jî birîndar bûn.

Back to top button