Derbarê çareserkirina aloziya Lîbyayê de, Fermandarê Giştî yê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê parlemena Lîbyayê Eqîla Salih bi Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî re civiyan.
Sîsî bang li hemû aliyên Lîbî kir ku beşdarî pêvajoya çareseriya aloziya Lîbyayê bibin.
Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî li Qahîrayê bi amadebûna Serokê Istixbarata Giştî ya Misirê Ebas Kamil bi Fermandarê Gitşî yê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê parlamana Lîbyayê Eqîla Salih re rûnişt.
Di rûniştinê de, aloziya Lîbyayê û riya çareseriyan hat nîqaşkirin.
El-sîsî bang li aliyên Lîbî kir ku bi erênî nêzî pêvajoya çareseriyê bibin
El-Sîsî helwesta Misirê ya neguhêr derbarê çareseriya aloziya Lîbyayê derveyî destwerdanên derve teqez kir.
Her wiha El-Sîsî gavên erênê yên herdu aliyên Lîbî yên ji bo aştî û aramiya li Lîbyayê bi erênê nirxandin.
Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî bang li aliyên Lîbî kir ku bi awayekî erênê bikevin prosesa çareseriya aloziya Lîbyayê, ew jî li gorî Kongreya Berlînê û Peymana Qahîrayê.
El-Sîsî li dijî destwerdanên derve soza piştgiriyê da
Li aliyê din, El-Sîsî di civîna 75. a komeleya giştî ya NY de axivî û wiha got:
“Cihê xemgîniyê ye ku civaka navneteweyî, çavê xwe ji destwerdanên derve li deverên weke Lîbya û Sûriyê, bigire.”
Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî soza destekdayîna Lîbyayê li dijî destwerdanên derve da.