Çete li gundên Til Temirê bi hev ketin

Çeteyên dewleta Tirk li gundewarê navçeya Til Temirê bi çekên giran bi hev ketine.

Vê êvarê, komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li gundên li bakur rojavayê navçeya Til Temirê yên dagirkirî, dîsa bi hev ketine.

Çeteyên Sultan Murad û Artêşa Islamê yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundên Qasimiye û Rîhaniyê yên li bakur rojavayê bajarê Til Temirê bi çekên giran û topan bi hev ketin.

Tê bibîrxistin ku piştî demeke kurt ji teqîna gelek mayînan li nuqteyên leşkerî yên girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li mezraya Hemdûş a li gundewarê navçeya Zirganê bi hev ketin.

Back to top button