Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Serçeteyê DAIŞ’ê yê bakurê Afrîkayê hat kuştin

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku di operasyonkî wan de serçeteyê DAIŞ’ê yê Bakurê Afrîkayê hat kuştin.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ahmed El-Mismarî ragihand ku hêzên wan li bajarê Sebhayê li dijî komên terorîst operasyonek pêk anî.

Ahmed El-Mismarî got ku di operasyonê de 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û du jinên çeteyan jî hatin girtin.

El-Mismarî eşkere kir ku di nava çeteyên ku hatin kuştin, çeteyê bi navê Ebû Ebdullah El-Iraqî hebû ku ew dibe serçeteyê DAIŞ’ê li Bakurê Afrîkayê.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê da zanîn ku serçete Ebû Ebdullah El-Iraqî di sala 2014’an de bi paseportekî zexte bi riya dewleta Tirk hatiye Lîbyayê.

Back to top button