Hêzên hikumeta Şamê gûndên başûrê Idlibê û Sehel El-Xeb topbaran kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirvan ragihand ku hêzên hikumeta deverên El-Fitêra, Mentef û Kedûra li başûrê Idlibê û Zîzon, Qeston, Til Wadit, El-Mensora û Qilêdîn li Sehil El-Xab yê gunderwarên bakur-rojavayê Hemayê topbaran kir.
Çavdêriyê diyar kir ku çeteyan jî êrîşî nuqteyên hêzên hikumetê li devra Corbîn li Hemayê û gundê Kefer Nibûl li başûrê Idlibê kir.
Dewleta Tirk 40 maşîneyên din derbasî Idlibê kir
Li aliyekî din jî dagikeriya dewleta Tirk, bi awayekî rojana çek û hêzên xwe derbasî Idlibê dike û duh jî dewleta Tirk 40 maşêniyên leşkerî û alavên leşkerî û lojistîk, di deriyê Kefer losîn re derbasî Idlibê kirin.
Bi vê yekê, jimara maşîneyên dewleta Tirk ku derbasî Idlibê bûne, gihişt 6470’ê.