KCDK-E: Em 10’ê Cotmehê weke “Roja Cîhanî ya Azadî ji Ocalan re” radigihînin

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê 10’ê Cotmehê weke ‘Roja Cîhanî ya Azadî ji Ocalan re’ ragihand û ji bo azadiya Rêber Ocalan banga tevlîbûna çalakiyan kir.
Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re jî bi heman armancê daxuyaniyek da û banga tevlîbûna çalakiyan kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyekê 10’ê Cotmehê weke ‘Roja Cîhanî ya Azadî ji Ocalan re’ ragihand û bang li herkesî kir ku tevlî çalakiyan bibin.

KCDK-E di daxuyaniya xwe de wiha got;

“Komploya navneteweyî sala 22’an li pey xwe dihêle. Ne tenê li Tirkiyê li gelemperiya Kurdistanê êrişên qirkirinê dewam dikin. tecrida li ser Rêber Ocalan hatiye girankirin û weke amûreke şerê taybet li dijî gelê Kurd tê bikaranîn.

Heta ku tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bibe û Rêberê gelan azad bibe, têkoşîna me wê bidome.

Em zanin ku bidawîbûna şerê li Kurdistanê û herêmê, azadiya gelan û azadiya Rêber Ocalan di zikhev de ne.

Azadiya Ocalan, bidawîbûna komkujî, dagirkerî û zextên faşîst ên li ser gelan bi berxwedan û têkoşîna hevpar a gelê Kurd û gelan dibe.

Bi vê armancê em dibêjin ‘Dem hatiye, divê rêber Ocalan azad bibe’.”

KCDK-E bang li hemû mirovahiyê kir ku bi çalakiyên cihêreng û afirîner 10’ê Cotmehê ‘Roja Cîhanê ya Azadî ji Ocalan re’ pêşwazî bikin.”

Însiyatîfa ji Ocalan re azadî banga tevlîbûna çalakiyan kir

Însiyatîfa Ji Ocalan Re Azadî jî daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo însyatîfa ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî cîhanî bibe, bang kir ku her kes tevlî însiyatîfê bibe.

Însîyatîfê bang li her kesî kir ku di çarçoveya ’10’ê Cotmehê Roja Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Cîhanê’ de, li gelemperiya cîhanê çalakî û xwepêşandanan li dar bixin û tevlî çalakiyan bibin.

Back to top button