Endamên Meclisa Cewanan a HDP’ê: Em ê tekoşîna xwe li hember êrîşan xurtir bikin

Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê diyar kirin, ku ev polîtîkayên qirêj piştî Pêngava “Bikeve nav tevgerê” zêdetir pêş ketin û gotin: “Ciwan wê têkoşîna xwe li hember van êrîşan xurtir bikin.”

Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Berfîn Can diyar kir ku heta roja me ya îro êrişên desthilatdariyê li dijî ciwana pêk tên.

Berfîn Can destnîşan kir ku sedema van êrîşan metirsiya ji rola ciwanan a xurt a rê dide ber bi çivakeke baştir û piştrsat kir ku armanca wan ku ciwanan bê îrade bikin ji bo ku berjewendiyên xwe biparêze.

Berfîn anî ziman ku di şexsê jinên ciwan de jî êrîş tên meşandin û mînaka wê
êrişên herî dawî ê li Şirnex û Êlihê rû dabûn.

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Înan Demîr jî anî ziman ku ev polîtîkayên qirêj piştî Pêngava ‘Bikeve nav tevgerê’ zêdetir rû dan ji ber ku dizanin heke ciwan hişyar bibin wê desthilatdariya wan tine bibe.

Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê di dawiyê de teqez kirin ku wê ciwan li hember van êrîşan têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin.

Back to top button