Girtiyê 76 salî Elî Boçnak jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş ê 76 salî Elî Boçnak ku li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ya Agirî dîl girtî bû, jiyana xwe ji dest da.

Elî Boçnak sala 2009’an li Qersê di operasyona qirkirina siyasî de hatibû girtin.

Elî yek ji wan girtiyên nexweş bû ku di lîsteya komeleya Mafên Mirovan-ÎHD de bû..

Li gel nexweşiya gurçikê gelek nexweşî bi Boçnak re hebûn.

Cenazeyê Alî Boçnak wê li warê wî li Qersê bê veşartin.

Back to top button