Şewata ku ev 10 rojin li çiyayê Gabarê pêketiye, belav dibe

Li Çiyayê Gabarê şewata ku qasî 10 roj in bênavber didome, îro belavî herêma Berkever û gundê Cînet bû.

Çiyayê Gabarê ku dikeve navbera navenda bajarê Şirnex û navçeya Cizîrê, ev 10 roj in dişewite.

Li herêmê şewata ku piştî operasyonên eskerî dest pê kir, destûr nayê dayîn ku mudexile bê kirin.

Ev jî dibe sedem ku şewat bi rojan berdewam bike.

Şewata ku 10 roj berê li herêmên Deriyê Gabar, Deşta Dêrşew, Qernê, Bîrava û Memîrûka dest pê kir bi lez belav dibe.

Şewata ku didome li bajaroka Findikê ya girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê û li gundê Zivingû ya Şirnexê belav bû.

Şewat îro jî li gundê Cînet a Şirnexê û li herêma Berkever belav bû.

Şewata ku li deverek fireh belav bûye û artêşa tirk a dagirker na hêle gundî destwerdanê li herêmê bike.

Back to top button