Cotkarên Hewlêrê kartolên xwe avêtin ser rê û nerazîbûn nîşan dan

Cotkarên li Hewlêrê li dijî hawirdekirina kartolan ha hikûmeta başûrê Kurdistanê çalakî kirin û patatên xwe yên xwemalî avêtin ser rêyan.

Bi dehan cotkarên Hewlêrê li ber avahiya Wezareta Çandiniyê li dijî hawirdekirina petata çalakî kirin û riya giştî ya li ber wezaretê re derbas dibe girtin. Herwiha petatên xwe yên xwemalî avêtin li ser rê.

Ev çend carin cotkar li dijî hawirdekirina kartolên li derve ji bo Herêma Kurdistanê çalakiyan dikin. Tevî ku cotkarên Herêma Kurdistanê berhemek zêde ya kartolan hildiberînin jî, lê ji ber ku ji Îran û Tirkiyê tê anîn, ev jî ziyaneke mezin ya madî li cotakrên başûr dike.

Tevî ku berhemên xwemalî yên başûr zêde ne jî lê hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê berheman ji Îran û Tirkiyê tîne.

Havîna îsal li Hewlêrê û Silêmaniyê cotkaran li dijî hawirdekirina bacana û ketina buhayê berhemên xwe çalakî kirin û bacanên xwe avêtin ser rêyan.

Back to top button