Li bajarokê Til Helef ji ber pevçûna di navbera çeteyan de teqînek pêk hat

Li bajarokê Til Helef ê Serê Kaniyê ji ber pevçûna di navbera çeteyan de Motorsîklêteke bombebarkirî teqiya.

Li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine tevlihevî zêde dibe.

Îro jî Motorsîklêteke bombebarkirî li ser rêya Esfer Necar li naverasta bajarokê Til Helef ê Serêkaniyê teqiya.

Çavkaniyan ji ajansa ANHA’yê re ragihandin ku sedama teqînê nakokiyên di navbera çeteyên “El-Hemzat” û “Melek Şah” bû.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku piştî teqînê alozî li herêmê derket, herdu aliyên çeteyên hêza xwe li herêmê zêde kirin.

Her wiha diyar kirin ku tirs di nav şêniyên de belav bû.

Back to top button