Çeteyan li Efrînê jinek revandin û jinek êşkence kirin

Li Efrîna dagirkirî zilm û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber dewam dikin. Dagirkeran li navenda Efrînê jina bi navê Zêneb revandin.

Li gorî nûçeya ANAH’yê, çeteyan Zêneb ji taxa Eşrefiye ya bajarê Efrînê revand û 2 hezar û 500 dolar ji mala wê jî dizîn.

Li navenda navçeya Cindirêsê jî çeteyan jina bi navê Gulistan Îbiş (38) êşkence kir.

Hat zanîn ku dema Gulistan mala xwe ji çeteyan xwest, çeteyan ew êşkence kir.

Malpera Afrîn Post jî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk li kolana Vêlat a Efrînê milkên
Bedirxan Mihemed û Rêzan Mihemed desteser kirin û firotin.

Li Gundê Basûtê û Birc Ebdalo jî çeteyan Hinarê şêniyên bi navê Mihemed Birahî, Xelîk Elî, Xelîl Hesen û Mihemed Betal dizîn..

Back to top button