Meclisa Ciwanên HDP’ê: Yekane çareserî parastina cewherî ye

Meclisa Ciwanên HDP’ê kampaya “Bikeve nava tevgerê” da destpêkirin. Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Elîf Înal nirxandin kir û got:

Parastina cewherî ji bo me her tişt e. Li dijî polîtîkayên destdirêjî, yekane çare parastina cewherî ye.”

Meclisa Ciwanan a HDP’ê di çarçoveya ‘Bernameya Têkoşîna Demokratîk’ a Partiyê de starta kampanyayê ‘Bikeve nava tevgerê’ di 22’yê Tîrmehê de da destpêkirin.

Endama Meclisa Jinên Ciwan a HDP’ê Elîf Înal derbarê kampanyayê de nirxand.

Elîf Înal Meclisa ciwanan bi kampanyayê re, bi rojevên weke destdirêjî, kuştin, talana ekolojîk, bêkarî, tecrîd di 1’ê îlonê de bernameyek pêk anîbû.

Komîteya Rêveberiya Meclisa Ciwanan a HDP’ê di 1’ê îlonê de daxuyanî da û pêngavek nû haya 6 mehan ragihandin.

Elîf Înal, bi lêv kir ku jinên ciwan li zanîngeh û qada siyasî ji rê tên derxistin û nêzîkatiya li hember jinên ciwanan parçeyeke polîtîka şerê taybet e.

Elîf got:

Ji ber polîtîkayên şerê taybet bûyerên kuştin û destrêjî zêde dibin.

Ji lewra me kampanya ‘Bikeve nava tevgerê da destpêkirin, û em hemû ciwan tevlî çalakiyên vê pêngavê bibin.

Elîf diyar kir ku di her demê de em rastî polîtîkaya çewisandinê tên û ev tişt got:

Ji bo polîtîkayên li ser ciwanan vala derkevin me bernameyên cuda û perwerde pêk anîn.

Li dijî polîtîkayên faşîst, der barê parastina cewherî de me xebat meşandin.

Li dijî polîtîkayên çewisandinê em ê parastina cewherî rêxistin bikin.

Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Elîf Înal di dawiya axaftina xwe de balkişand ser kampanyaya ‘bikeve nava tevgerê’ û wiha anî ziman:

Em ê parastina xwe pêş bixînin.

Ji bo pêşerojê em ê rêxistinbûna xwe xurt bikin.”

Back to top button