Li herêmên hikumeta Şamê 42 kesên din bi vîrûsê ketin

Li herêmên Hikûmeta Şamê jî 42 kesên din bi vîrûsê ketin û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di 24 saetên dawî de, 42 kesên din bi nexweşiya coronayê ketine û 2 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê eşkere kir ku 15 kesên din jî baş bûne..

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, heya niha jimara nexweşên Corona li seranserî herêmên hikûmeta Şamê gihaşt 3 hezar û 966 kesî, ji wan hezar û 13 kes baş bûne û 183 kes jî mirine.

Back to top button