Si’ûdiyê, sûcên şer ên Tirkiye li Efrînê şermezar kirin

Erbistana Si’ûdî, sûcên şer ên dewleta Tirk ku li Efrîna dagirkirî pêk tîne, şermezar kirin.

Serokê beşê Mafên Mirovan di şandeya Si’ûdiyê li NY Miş’el El-Biliwî, di civînekê bi komîteya navdewletî re, derbarê binpêkirinên li Sûriyê ragihand ku kirinên dewleta Tirk li Efrînê, sûcên şer in.

El-Biliwî diyar kir ku di nav sûcên Tirkiye li Efrînê de, revandin, êşkence, destdirêjî û kuştin hene, li kêleka wê jî dizî û desteserkirina mal û milkên şêniyan bê serûber dewam dikin.

Serokê beşê Mafên Mirovan di şandeya Si’ûdiyê li NY bang li NY kir ku lêpirsînê derbarê van sûcan de veke û hesab ji sûcdaran bixwaze.

Back to top button