Mihemed Şêxo: Dewleta Tirk xaka Sûriyê perçe dike

Hevserokê Meclisa Rêveber a bajarê Minbic û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo ​​​​​​​destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide herêmên dagirkirî veguherîne Lîwa Iskenderon a nû.
Mihemed Xêr Şêxo da zanîn ku ew destwerdan û sûcên dewleta Tirk yên li dijî gelê Sûriyê, qebûl nakin.

Sala 1939’an Lîwa Iskenderon a Sûriyê bi peyman û lihevkirinên bi mêtîngeriya Fransa li Sûriyê re, tev li xaka Tirkiyê kir.

Tirkiye niha heman siyasetê dimeşîne û dixwaze hegemoniya xwe li herêmê ferz bike û dagir bike.

Li Efrîn, Cerablus, Izaz, Serê Kaniyê, Girê Spî yên dagirkirî, dewleta Tirk sivîlan neçar dike ku bi lîreya Tirkiyê bidin û bistînin.

Dewleta Tirk meteryalên perwerdeyê yên Tirkiyê li dibistanên herêmên dagirkirî, bi zarokan dide fêrkirin.

Li gel guhertina demografiya herêmê, dewleta Tirk qanûnên navnetewî binpê dike, lê heta niha ti biryar derbarê wê de nehatiye girtin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo ​​​​​​​destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide herêmên dagirkirî veguherîne Lîwa Iskenderon a nû.

Mihemed Şêxo diyar kir ku ev kirin, tedbîrên berê yên hikumeta Tirkiyê li Lîwa Iskenderon girtin tîne bala mirovan û wiha got:

“Tirkiye hêdî hêdî siyaseta tirkkirinê ferz kir, piştre herêm dagir kir û Lîwa Iskenderon tev li dewleta xwe kir.”

Mihemed Şêxo: Em bi yekîtiya xaka Sûriyê bawer in û parastina wê dikin

Hevserokê Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê û gundewarên wê, destwerdan û sûcên Tirkiyê yên li dijî gelê Sûriyê, red kir.

Şêxo bibîrxist ku herêmên Rêveberiya Xweser hîna pereyên Sûriyê bi kar tîne û piştrast kir ku ew bi yekitiya xaka Sûriyê bawer in, ji lewra ew parastina ziman, perwerde û lîreya Sûriyê dikin.

Back to top button