Amerîka 720 milyon dolar ji bo gelê Sûriyê vediqetîne

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo li ser Twîterê ragihand ku Amerîka dê 720 milyon dolar weke alîkariya mirovî, ji bo sivîlên Sûrî ku bi şerê li Sûriyê bandor bûne, pêşkêş bike.

Pompeo diyar kir ku ev biryar, di çarçoveya çareserkirina aloziya ku ji ber tundiya rejîma Esed, Rûsya û Îranê derketiye, tê.

Wezareta derve ya Amerîkayê jî eşkere kir ku, koçberên Sûrî yên li Tirkiye, Urdin, Libnan û Iraqê jî, dê sûdê ji van alîkariyan bigirin.

Wezareta bang li civaka navdewletî kir ku alîkariya gelê Sûrî bike û hesab ji rejîma Esed li ser bikaranîna hêza leşkerî û binpêkirina mafên mirovan, bixwaze.

Berya niha, cîgirê wezîrê derve yê Amerîka Stephen Begon eşkere kiribû ku, ev alîkarî wê li gelê Sûrî yê li hindirê welêt û Sûriyên li tevahiya herêmê, were belavkirin.

Back to top button