Terora dewleta Tirk li dijî Kurdan û HDP’ê

Terora dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdan û hêzên demokrasiyê bê navber dewam dike.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina sîyasî de ya li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di serdegirtinan de li 7 bajaran di navê de hevşaredar û parlementerên HDP’ê yên berê 82 kes hatin binçavkirin.

Desthilata faşîst û qirker ya AKP-MHP’ê di teror û dijmintiya xwe ya li dijî gelê Kurd û HDP’ê de ti sînoran nas nake. Rojane operasyonên girtin û binçavkirinê li dijî Kurdan û saziyên Kurdan pêk tîne.

Îro ber destê vê sibê careke din polîsên AKP’ê li heft bajaran bi bi ser malan û avahiyan de girtin, hevşaredarê bajarê Qersê Ayhan Bîlgen û parlementerê berê yê HDP’ê û endamê heyeta Îmraliyê Sirri Surreya Onder jî di navê de 82 kes xistin bin çavan.

Lêpirsîn ji aliyê Serdozgerê Komarê yên Enqereyê Yuksel Kocaman ve tê meşandin. Kocaman beriya çend rojan çûbû Qesra serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan.

Hate ragihandin ku lêpirsîn beriya salekê dest pê kiribû. Di çarçoveya lêpirsînê de destpêkê îfadeya hevserokên berê yên HDP’ê Selahadîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hate girtin.

Ev operasyona binçavkirinê bi hinceta çalakiyên Kobanê yên navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an, ku li bakurê Kurdistanê pêk hatin û di encamê de zêdeyî 50 kesî jiyana xwe ji dest dan, pêk hat.

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê a ku dewleta Tirk piştgiriya wan dikir 15’ê Îlona 2014’an êrîş bire ser Kobanê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê rabûn ser pê û piştgiriya berxweana Kobanê kirin.

Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên AKP’ê li bakurê Kurdistanê êrîş birin ser çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê û di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da.

Weke ku dewleta Tirk ev êrîş pêk neaniye HDP weke berpirsê van kuştinan nîşan da.

Back to top button