Ji bo parêzer Ebru Tîmtîk û xwişka wê ya girtî berkîn hat dayîn

Komîteya xelata Ludovic Trario ya Mafên Mirovan a Navneteweyî ya Fransî biryar da ku xelata sala 2020’an bide parêzer Ebru Tîmtîk ya ku di girava birçîbûnê de li girtîgeha Tirkiyê Şehîd bû û xwişka wê ya girtî Berkîn Tîmtîk.

Hilbijartina her du parêzeran di civîneke çapemeniyê a Komîteya Xelatê de li Cinêvê hate ragihandin.

Ev xelat ji bo kesên ku li seranserê cîhanê ji bo mafên mirovan şer dikin tê dayîn.

Vê salê jî Xelata Mafên Mirovan a Navneteweyî ji bo parêzer Ebur Tîmtîk û xwişka wê ya girtî Berkîn Tîmtîk hat dayîn.

Serokê Komîteya Xelatê Bertrand Favreau برتراند فافرو diyar kir ku armanca dayîna xelatê ji bo her du parêzerên xwişk ew e ku li hemû cîhan hovîtiya dewleta Tirk di derheqê parêzeran de bibîne û got:

Parêzer Ebru Tîmtîk ji bo dozeke adil di grava birçîbûnê de şehîd bû, xwişka wê jî Parêzer Berkîn Tîmtek 18’sal cezayê zindanê lê hatiye birîn.

Parêzer Ebru Tîmtîk ji bo dozeke adil di dest bi girava birçîbûnê kiribû û di roja 238’an a çalakiya xwe de ango 27’ê Tebaxa 2020’an li Nexweşxaneya Dr. Sadî Konûk a Bakirkoya Stenbolê şehîd bû.

Back to top button