Hikumeta Şamê êrîşî gundên Başûrê dlibê û Sehil El-Xab kir

Hêzên hikumeta Şamê êrîşên xwe li ser Sehil El-Xab û gundên başûrê Idlibê girantir dike.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro vê sibehê hêzên hikumetê bi giranî deverên Sehil El-Xab li bakur-rojhilatê Hemayê û El-Mûzwra û derdûra Qoqfîn yê başûrê Idlibê topbaran kir.

Duh jî çavdêriyê diyar kiribû ku çeteyan nuqteyên hikumetê li gundên El-Dana û El-Crade li bakurê bajarê Me’ret El-N’man topbaran kir.

Li aliyeke din jî navenda belgekirina binpêkirinên li bakurê Sûrî ragihand ku leşkerên dewleta Tirk li ser sînorê Idlibê êrîşî penaberên ku dixwestin derbasî Tirkiyê bibin kir û di encamê de yek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Back to top button