Mîthat Sancar: Desthilat wê li hember HDP’ê winda bike

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê li ser tevgera qirkirina siyasî bi awayekî awarte li hev civiya.
Beriya civînê Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar tevî parlementer û rêveberên HDPê li ber navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyek da û got:
“Desthilatdariya AKP-MHP’ê hê jî serketina Kobanî hezim nekiriye, lewma dixwaze tolê jê bigire.”

Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê li dijî HDP’ê tevgera qirkirina siyasî li darxist û bi dehan siyasetvan binçavkirin.

Li ser vê yekê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi awayekî awarte li hev civiya.

Beriya civînê Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, tevî parlementer û rêveberên HDP’ê li ber navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyek da.

Mîthat Sancar destnîşan kir ku AKP her gotina Devlet Bahçelî weke talîmatekê dinirxîne û kesên ew dixwaze werin berdan berdide.

Sancar anî ziman ku ji dadgeriya heyî re mirov nikare bêje dadgerî û got, mirov bêje darê destê desthilatdariyê çêtire.

Sancar: HDP’ê di hilbijartinan de têkçûn nîşanî AKP’ê da

Hevserokê HDP’ê Serhiladana Kobanê ya 6-7-8’ê Cotmeha 2014’an bibîrxist û got, ji ber polîtîka û êrişên desthilatdariyê şidet belav bû.

Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’ê, serketina HDP’ê ya 7’ê Hezîrana 2015’an jî bibîrxist û got, li hemberî girtin û binçavkirina hevserok û parlementerên me, HDP’ê çok ne danî.

Ji ber ku desthilatdarî dizane yekane hêza pê bide windakirin HDP ye jê ditirse.

Ne neheqe, ji ber ku HDP’ê di du hilbijartinan de têkçûyîn nîşanî wê da.

Çiqasî têk diçin ewçendî êriş dikin û çiqasî êriş dikin jî zêdetir têk diçin.

Sancar: Niha wextê geşkirina têkoşîna li dijî faşîzmê ye

Mîthat Sancar destnîşan kir, ku desthilatdarî dixwaze bi van tevgeran HDP’ê bêkêr û bêbandor bike û got, li pişt me piştgiriya gel heye.

Di dilê me de bawerî û di têkoşîna me de mafdariya me bidome, wê ti hêz nikaribe HDP’ê têk bibe, bêbandor û tine bike.

Hevserokê HDP’ê deklerasyona partiya xwe ya ji bo avakirina eniyeke dij-faşîzmê bibîrxist û banga xurtkirina wê kir.

Divê niha têkoşîn geştir bibe û niha tam wextê wê ye. Em bi derengî bikevin dîsa emê bi ser kevin, lê wê berdêla wê girantir be.

Ji ber vê yekê divê em bi derengî nexin.

Mîthat Sancar bibîrxist, ku wan gelek caran daxwaza lêkolînkirina çalakiyên ji bo Kobanê ji Meclîsê kirine û got, lê partiyên desthilatdariyê red kirin.

Ji ber ku dizanîn dema heqîqet derkeve holê, wê vê probagandaya qirêj ji dest bidin.

Back to top button