QSD’ê li gundewarên Dêrazorê dest bi operasyonekê kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê, operasyoneke leşkerî li gudewarê Dêra Zorê, li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ragihand.

Ev operasyon, bi hevkariya bejahî û esmanî ya Koalîsyona Navdewletî, li devera Wadî El-Ecîc a li nêzî sînorê Iraqê, pêk tê.

Di vê operasyonê de, QSD’ê û Koalîsyona Navdewletî, tonelên ku şaneyên DAIŞ’ê li wê deverê bikar dianîn dike armanc, her wiha rêyên ku çeteyan ji bo çûn û hatinê û veguhastina çekan ji bo têkbirina ewlehî û aramiya herêmê, armanc dike.

Back to top button