Nancy Pelosî bersiva Trump da “hûn ne li Tirkiyê ne, hûn li Amerîkayê ne”

Serokê DYA Trump soza, dema ku hilbijartinan winda bike wê desthilatê bi awayekî aştiyane radest bike neda. Seroka Meclîsa Nûneran Nancy Pelosî nerazîbûn nîşanî Trump da û got, “Ev der ne Tirkiye ye, ev der Emerîka û ev der demokrasî ye.”

Seroka Meclîsa Nûneran a ji Partiya Demokarat Nancy Pelûsî civîneke çapemeniyê lidarxist diyar kir ku Trump heyrana kesên otokrat e.

Pelosî da zanîn Trump heyrana Pûtîn, Kîm Jonn Un û Erdogan e û got, “Lê divê ez bi bîra wî bînim. Hûn ne li Koreya Bakur in, hûn li Tirkiyê û Rûsyayê jî nîn in, hûn li Erebîstana Siûdî jî nîn in. Hûn li Emerîkayê ne. Ev der demokrasî ye. Hûn çima girêdayî sonda serokatîyê ya ku we xwariye û destûra bingehîn ya Emerîkayê namînin.”

Serokê DYA Donald Trump roja çarşemê di civîneke çapemeniyê de li ser pirsa rojnamevanekî ya “dema ku hilbijartinê winda bike wê erka xwe bi awayekî aştiyane radest bike an na”, gotibû, “Divê wê çi bibe em bibînin.”

Back to top button