Hisên Hacî:Xwerêveberî mafê gelê Êzidî ye

Endamê Rêveberiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidî (PADÊ) Hisên Hecî derbarê rewşa dawî ya Şengalê û komployên ku ji aliyê dewleta Tirk û hêzên herêmî li dijî Şengalê axivî û da zanîn ti mafê kesî nîne ku êrîşî Şengalê bikin û got, “xwerêveberî mafê Êzidiyan e.”

Şandeyeke Şengalê 4 roj in li Silêmaniyê hevdîtinan dikin. Endamê Rêveberiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidî (PADÊ) Hisên Hecî derbarê rewşa dawî ya Şengalê û civînên nûnerên Şengalê yên ku ew çar roj in li Silêmaniyê pêk tînin ji ANF’ê re axivî.

Hisên Hecî têkildarê armanca hatina şandeya Şengalê got: “Me şandeya Şengalê ku ji nûnerên PADÊ û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê pêk tê, pêwîst dît ku bêne bajarê Silêmanî û serdana aliyan bikin. Me li ser çend xalên girîng gotûbêj kir, ji ber ku di navbera Şengal û Herêma Kurdistanê de çend xalên hevbeş hene. Em di wê baweriyê de ne ku em dikarin li Şengalê bi YNK’ê re çend karên hevbeş pêk bînîn. YNK’ê got çi xizmeta bê xwestin ewê ji bo Şengalê bikin.”

Hisên Hecî da diyar kir ku komplo li ser Şengalê tên pêşxistin û da zanîn pêla Erebkirinê heye û got, “Her kes jî dizane ku Şengal malê Êzidiyan e. Tevî ku gelê Şengalê pir komkujî dîtiye lê dîsa jî dixwazin destwerdanê lê bikin.”

Derbarê êrîş, bombebaran û destdirêjiyên dewleta Tirk ya li ser Şengalê Hecî got: “Dagirkerî û êrîşên Tirkiyê li hemberî Kurd, ne tiştekî nû ye. Hin aliyên Kurd alîkariya wan dikin. Ti mafê Tirkiyê nîne li Şengalê destwerdanê bike.”

Hecî îşaret bi daxwazên xwe yên ji hikûmeta Iraqê ya ji bo rêveberiya xweser ya taybet li Şengalê kir û wiha got: “Em bi yekîtî û biratiyê dikarîn Şengalê ava bikîn. Pênc hêzên me yên sereke hene. Dikarin bi wan hêzan Şengalê biparêzîn. Em daxwaz dikin ku hikûmeta Iraqê piştewaniya rêverberiya xweser a Şengalê bike ku niha heye û mafê me ye.”

Back to top button