Xwepêşandanên li dijî hikûmeta Şamê

Hêzên hikûmeta Şamê ji ber xwepêşandanan û şewitandina wêneyê Beşar El-Esed, ev sê roj in bajarokê Kenakêr yê gundewarê Şamê yê rojava dorpêç kiriye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku beriya sê rojan, hêzên hikûmeta Şamê 3 jin bê sedem li bajarokê Kenakêrê bin çav kirin.

Ji ber vê yekê şêniyên bajarokê xwepêşandan li dijî hikûmetê li dar xistin, rê birîn û wêneyê Beşar El-Esed li navîna bajarokê şewitand.

Ev 3 roj in, hêzên hikûmetê bi tank û çekên giran bajarokê Kenakêr dor pêç kiriye.

Lê zêde rojane dewriyeyên leşkerî li nava bajarokê re digerînin.

Hêzên hikûmeta Şamê daxwaza radestkirina 150 kesî ji şêniyên bajarokê bi tawana ku çek li hemberî wan rakirina, dike.

Eger radest nekirin wê bi ser malên bajarokê de bigirin.

Şêniyên rojhilatê Derayê ji ber paşdeçûna rewşa jiyanî xwepêşandan li dar xist

Li rojhilatê Derayê jî, ji ber paşdeçûna rewşa jiyanî ku hikûmeta Şamê sedemkar e, xwepêşandanek li dar xist.

Çavdêriya Sûrî ya mafên Mirovan ragihand ku şêniyan daxwaza başkirina rewşa jiyanî kir û banga hilweşandina hikûmeta Şamê kir.

Her wiha piştgiriya xwe ji daxwazên şêniyên bajarokê Kenakêrê re nîşan dan.

Back to top button