Li Efrînê dagirkeran 9 sivîlên din revandin

Li Efrîna dagirkirî, hovîtiya dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê didomin. Dagirkeran li navçeyên Efrînê 9 sivîlên din revandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtina dagirkeran welatiyê bi navê Ebdo Nizamedîn Xelîl Şêx Mistefa yê ji gundê Hêkicê yê Şiyê revand.

Navenda belgekirina binpêkirinan li bakur Sûrî ragihand ku îro dagirkeran bi ser gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa de girt û 8 sivîl revandin.

Navendê da zanîn ku kesên hatin revandin nayê zanîn birine kuderê.

Navendê eşker kir ku wan ji destpêka meha Îlonê de navên 66 kesên ku çeteyan li Efrînê revandine belge kiriye.

Back to top button