Şehîd Mahir Xelef li Hesekê hat oxirkirin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mahir Xelef bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hate veşartin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mahir Xelef ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û berê xwe dan goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê hêzên leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

Back to top button